QSDˊê nasnameyên 2 şervanên xwe ragihand

QSDˊê nasnameyên 2 şervanên xwe yên ku di dema li ser erka xwe şehîd bûbûn de eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku ew ê armanca şehîdan a pêkanîna welatê azad û edalet pêk bînin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şervanên xwe eşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Hevrêyê me Şiyar Dirbêsiyê di bersivdana êrîşeke şaneya rêxistina DAÎŞˊê ya terorîst de şehîd bû. Hevrê Şiyar bi lehengî û wêrekiyeke mezin li hember endamên terorîst li ber xwe da û şehîd bû.

Hevrêyê me şehîd Şahîn Efrîn di qezayeke leşkerî de dema li ser erka xwe bû şehîd bû, bi wê re tev li karwanên nemîran bû. Hevrêyê me Şahîn ji malbateke welatparêz e, ku gelek şehîd di Berxwedana Serdemê ya li Efrînê de li dijî dewleta Tirk a dagirekr û çeteyên wê de da.

Em sersaxiyê ji malbatên her du şehîdan û tevahî malbatên şehîdan dixwazin û soz didin ku wê rêça wan rêya me ya têkoşînê be heta ku armancên wan ên welatekî azad û edalet pêk tê.

Agahiyên der barê nasnameyên şehîdan de wiha ne:

Nasnav: Şiyar Dirbêsiyê

Nav û paşnav: Newres El Selman

Navê dayikê: Zehiye

Navê bav: Ferec

Cih û dîroka jidayikbûnê: Dirbêsiyê-gundê Til Tişrîn

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Hecîn-Gundê Sûsê-di bersivdana êrişa şaneyeke DAIŞˊê de-10ˊê Kanûna 2025ˊan.

Nasnav: Şahîn Efrîn

Nav û paşnav: Ehemd Îbrahîm

Navê dayikê: Meryem

Navê bav: Îbrahîm

Cihê jidayikbûnê: Heleb

Cih û dîroka şehadetê: Reqa-qezaya leşkerî-31ˊê Cotmeha 2025ˊan."