QSD û YPJ’ê bersivên tund didin êrîşên li Rasefê
Hat ragihandin ku şervanên YPJ û QSD’ê li herêma Rasefe bersivên tund didin êrişên komên girêdayî hikûmeta demkî ya Suriyeyê.
Hat ragihandin ku şervanên YPJ û QSD’ê li herêma Rasefe bersivên tund didin êrişên komên girêdayî hikûmeta demkî ya Suriyeyê.
Komên girêdayî hikûmeta demkî ya Suriyeyê, tevlî lihevkirina ku bi navbeynkariya hêzên navneteweyî hatiye çêkirin jî, êrişên xwe yên li dijî xalên QSD’ê didomînin.
Li gorî lihevkirinê gelek cihên ku divê di kontrola QSD’ê de bin, rastî êrişa çeteyan tên.
Ji bilî Dibis Efnan û Derîyê Boasî yên rojavayê Tebqayê û gundê Heqil El Sewra ku dikeve başûrê Tebqayê, çete li gundê Rasefe yê li başûrê Tebqayê jî êriş dikin.
Şervanên QSD û YPJ’ê bersivên tund didin êrişkaran û derbeyan li wan dixin.
Heta niha gelek hewldanên pêşveçûnên yên çeteyan hatine têkbirin.
Li herêmê pevçûn didomin.