QSD: Li Tebqayê ewlekarî pêk hat, li Mensûrayê şer dewam dike
QSD'ê ragihand ku sê kesên gule li cihê sivîlan ên li Tebqayê dibarandin hatin girtin, li Mensûrayê jî li hemberî komên çete şerekî giran dewam dike.
QSD'ê ragihand ku sê kesên gule li cihê sivîlan ên li Tebqayê dibarandin hatin girtin, li Mensûrayê jî li hemberî komên çete şerekî giran dewam dike.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser rewşa ewlekariyê ya li bajarê Tebqa û derdora wê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hêzên QSD'ê li Tebqayê sê kes girtin ku gule berdidan malên sivîlan, bi vî rengî hewl didan tevlîheviyê bikin û ewlehiyê têk bibin. Hate gotin, têkildarî kesên hatin binçavkirin karê pêwîst hate destpêkirin û ewlehî û aramiya li bajêr ji nû ve hate pêkanîn.
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku ji bo rabûna li ber êrişan û bicihanîna ewlehiya gel, hêzên wan niha li bajarokê Mensûrayê li dijî komên çekdar ên ser bi Şamê ve şerekî giran dikin.