QSD ji rojhilatê Helebê vekişiya

Hêzên QSD’ê ji rojhilatê Helebê vekişiyan rojhilatê Firatê.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî duh li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Li ser bingeha bangên welatên dost û navbeynkaran, bi armanca nîşandana niyeta me ya baş ji bo temamkirina pêvajoya entegrasyonê û pabendbûna me ji bo bicihanîna şertên peymana 10’ê Adarê, me biryar da ku hêzên xwe sibe, saet 07:00’an sibehê ji herêmên niha yên bi ser rojhilatê Helebê ber bi herêmên rojhilatê Firatê ve vekişînin. Ev herêm ji 2 rojan ve di bin êrişan de ne.”

QSD’ê di çarçoveya pêkanîna biryarê de, ji herêma pevçûnan a rojhilatê Helebê vekişiya û li herêma rojhilatê Firatê bi cih bû.

ANHA’yê diyar kir ku ji saetên vê sibehê ve tevgera QSD’ê ya ji bo bicihanîna biryarê hate şopandin.