QSD’ê nasnameya 4 şervanan ragihand

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nasnameya 4 şervanên xwe yên di dem û cihên cuda de şehîd bûne, ragihand.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 4 şervanên xwe ku li cih û demên cuda şehîd bûne, aşkera kirin.

Di daxuyaniya QSD’ê de hat gotin: "Em bi serbilindî û bi germî şehadeta 4 hevalên xwe yên qehreman ku di demên berê de piştî têkoşîneke bilehengî li dijî terorîzm û dagirkeriyê şehîd bûn, bi bîr tînin. Wan mîrateyeke têkoşînê li pey xwe hişt ku em pê serbilind in.”

QSD’ê diyar kir: "Rêya hevalên me Arjîn, Berçem, Emîn û Serdem û qurbaniyên ku wan di dema têkoşîna xwe ya dirêj de dê bibe, bingeha berdewama têkoşîn û berxwedana me ne.”

QSD’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza berdewamkirina berxwedan û têkoşînê da.

Agahiyên derbarê nasnameya şehîdan bi vî rengî ne:

Navê Kod: Arjîn Botan

Navê Rastîn: Derya Çağlar

Navê Dayikê: Talya

Navê Bav: Şemsedîn

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa (qezaya leşkerî), 22 Çile 2024

*

Navê Kod: Berçem Amed

Navê Rast: Aysun Arslan

Navê Dayikê: Aydan

Navê Bav: Mihemet

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa (qezaya leşkerî) 22 Çile 2024

*

Navê Kod: Emîn Gabar

Navê Rast: Mustafa Elî

Navê Dayikê: Dunya

Navê Bav: Nûrî

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn – Cindrêsê, 8 Adar 2018.

*

Navê Kod: Serdem Çiya

Navê Rastîn: Mihemed Şêxo

Navê Dayikê: Selwa

Navê Bav: Ehmed

Cihê Jidayikbûnê: Şam

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn - Şêx Şiyê - Gundê Sinara, 27 Sibat 2018.