QSD'ê îdîayên hikumeta veguhêz derewand

QSD'ê îdîayên medya û hikumeta veguhêz derewand ku digotin, "QSD'ê êriş biriye ser Nexweşxaneya El Razî ya li Helebê."

DAXUYANIYA QSD'Ê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê îdiayên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û medyayên wê de ku dibêjin ’’QSD’ê êrişî birine ser nexweşxenaya El Razî ya Helebê ’’ daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin " Hikumeta Şamê, bi rêya qaşo Meclisa Helebê û medyaya wê ya fermî çîrokeke derewîn û çêkirî li ser topbarankirina Nexweşxaneya El Razî ya Helebê diafirîne û belav dike. Bi awayekî aşkerayî rastiyan berevajî dike."

QSD’ê îdiayên hikumeta veguhêz derewandin û got " Em piştrast dikin ku Nexweşxaneya El Razî bi tu awayî nehatiye hedefgirtin. Ya ku qewimî hewldanek eşkere û sîstematîk ji bo veşartina sûcên rasteqîn bû. Bi dehan dîmenên belgekirî bi zelalî nîşan didin ku hêzên hikûmeta Şamê bi obîs û tankan êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û deverên din kirine."

QSD’ê daxuyand ku  ’’ev nêzîkatî bêrêziya desthilatan ji rastiyê re û bikaranîna derewan wekî amûrek siyasî ji bo rewakirina êrişa xwe eşkere dike.’’ QSD’ê destnîşan kir ku belgeyên meydanî îdiayên derew ên medyaya hikumeta veguhêz nîşan didin.