QSD'ê: Hewldanên sabotajê yên li Mensûrê hatin têkbirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hewldanên "şaneyên sabotajê" yên ku hewl didan li bajarê Mensûrayê tevlîheviyan derxîne, têk birin.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û ev agahî dan: 

“Hêzên me yên ewlehiyê çalakiyên ‘şaneyên sabotajê’ yên ku hewl didan li bajarê Mensûrayê yê  li herêma Tebqayê bê  aramiyê  derxînin, têk birin.

Ekîbên têkildar karibûn  van hewldanan têk  bibin û aramî serwer  bû. Hêzên ewlekariyê li  herêmê tedbîrên xwe zêde kirine da ku aramiyê biparêzin.

Em ê pabendîbûna  xwe  ya parastina sivîlan û xurtkirina ewlehiyê li bajar û deverên derdorê bidomînin.”