Mihemed Elî yê bi êşkenceyê hate kuştin, hate veşartin
Cenazeyê Mihemed Elî yê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve bi êşkenceyê hate qetilkirin, hate veşartin.
Cenazeyê Mihemed Elî yê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve bi êşkenceyê hate qetilkirin, hate veşartin.
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê îro cenazeyê şehîd Miemed Elî ji Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li taxa Şêxmeqsûd wergirt û ber bi goristana li gundê Pino yê li herêma Şeqîfê ve bir.
Merasîm ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ve hat birêxistinkirin. Ji rêveberên Meclisa Olî Mihemed Qasim di merasîmê de axivî û diyar kir ku Mihemed Elî bi awayekî ku tu ol û wijdan qebûl nakin, rastî îşkenceyê hatiye. Qasim got: "Ev îşkenceya hovane, kîn û nefreta kûr a çeteyên Tirkiyeyê ya li hember Kurdan nîşan dide."
Piştî axaftinê cenazeyê şehîd li pakrewangeha şehîdan spartin axê.
Mihemed Elî ku ji bajarê Efrînê yê dagirkirî ye û bavê 3 zarokan e, di 1`ê Kanûna 2024`an de ji aliyê çeteyên dewleta Tirkiyeyê ve hat revandin û 42 rojan êşkenceyên hovane lê kirin. Tevî hemû hewldanên bijîşkan jî Mihemed Elî di 6`ê Kanûna 2025`an de şehîd bû.