Mehmûd El Mislit: Ji bo pêşîgirtina li pevçûnan yekîtî girîng e
Hevserokê MSD’ê Mehmûd El Mislit, diyar kir ku divê hemû beşên civakê berpirsyariyê bigirin da ku Sûriye ber bi şerekî navxweyî yê nû ve neyê kişandin.
Hevserokê MSD’ê Mehmûd El Mislit, diyar kir ku divê hemû beşên civakê berpirsyariyê bigirin da ku Sûriye ber bi şerekî navxweyî yê nû ve neyê kişandin.
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), bi hevkariya Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê, li hola civînan a bajarokê Um Hicêra, yê girêdayî bajarê Holê li kantona Cizîrê, civînek ji gel re lidar xist.
Şêniyên herêmê, serok û nûnerên eşîran û endamên saziyên Rêveberiya Xweser beşdarî civînê bûn.
Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevserokê Ofîsa Têkiliyên a MSD`ê Hisên Ezam li ser mijara gotara nefretê, ku bi taybetî li deverên di bin kontrola Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de belav dibe, axivî.
Ezam diyar kir ku rewşa Sûriyeyê hewceyî bi yekîtî û piştgiriya hemû pêkhateyên civakê heye. Her wiha xwest ku pêkhateyên civakê li dora Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) kom bibin.
Hevserokê MSD`ê Mehmûd El Mislit, li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û got ku ev herêm dikarin peyamên erênî ji cîhanê re bişînin, tevî dijwarî û krîzên girîng ên ku di salên dawî de pê re rû bi rû mane.
El Mislit diyar kir ku berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî, serokên eşîran, ciwan, jin û siyasetmedaran ku pêşî li nakokiyên navxweyî an mezhebî bigirin, ji ber ev nakokî dikarin bibin sedema wêrankirina herêmê.
Di dawiya civînê de, beşdaran nêrîn û pirsên xwe yên di derbarê rewşa siyasî de parve kirin, her wiha hin daxwazên têkildarî xizmetê anîn ziman.