Meclîsa Îslamî ya Elewiyan banga rawestandina êrîşên li ser Humsê kir

Meclisa Bilind a Îslamî ya Elewiyan bang li civaka navneteweyî kir ku êrîşên li dijî taxên Humsê rawestînin.

Meclisa Bilind a Îslamî ya Elewiyan têkildarî êrîşên komên çekdar ên girêdayî hikûmeta veguhez a Sûriyeyê li dijî Elewiyên li Humsê daxuyanî da.

Meclîsê wiha got: "Komên bedewiyan, ku ji hêla desthila hikûmeta veguhez têne piştgirî kirin, êrîş pêk anîn, gule berdan sivîlan, mal şewitandin, dikan wêran kirin û erebe şewitandin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hikûmeta veguhêz ya Sûriyeyê nikare êrîşên "mezhebî" rawestîne, û da zanîn ku ev êrîş nêzîkî salekê ye dubare dibin, ev yek jiyana sivîlên Elewî li Hums û deverên din dixe xeteriyê.

Meclisa Bilind a Îslamî ya Elewiyan li Sûriyeyê û derveyî welêt bang li civaka navneteweyî kir ku:

Tavilê destwerdanê bikin da ku êrişan rawestînin û sivîlên li taxên Elewiyan biparêzin.

Ji bo belgekirina binpêkirinên hatine kirin, komîsyoneke lêpirsînê ya navneteweyî ya serbixwe bişîne.

Li gorî qanûna mirovî ya navneteweyî, kesên rasterast berpirsiyar û kesên ku binpêkirinan teşwîq kirine, werin darizandin.