‘Me xwîna xwe li ser vê axê rijandiye, em nadin tu kesan’

Xelkê Serêkaniyê yên mil dane hev, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker xaka xwe diparêzin gotin: “Me xwîna xwe li ser vê axê rijandiye. Çawa em ê biterikînin?”

Dewleta Tirk a dagirker piştî ku gundê Mişrefa yê dikeve ser rêya Hesekê ya li başûrê Serêkaniyê û li gel gundên Til Xenzîr û gundên Ezîziyê  navenda bajar jî di nav de bi kêmanî 7 caran êrîşî herêmê kirin.

Di êrîşa li ser Mişrefayê de welatiyek navê wî nehate zanîn şehîd bû, li gundê Ebû Diyabê jî du sivîlên navên wan nehatin zanîn jî birîndar bûn.

Di êrîşa li Ezîziyê de dibistana gund bû hedef. Ji ber tedbîran dibistan hatibûn valakirin û bi vî rengî rê li ber qetlîamê hate girtin. Gundê Til Xenzîr ê bû hedef, piranî welatiyên Ereb lê dijiyan.

Li navenda bajar jî jîngehên piranî sivîl lê bûn, hatin bombekirin.

Piştî êrîşan şervanên Meclîsa Leşkerî ya Serêkaniyê û gel bi hev re ketin çeperan. Bi hezaran kes dest hildan çekan û berê xwe dan pêşiya Meclîsa Leşkerî û diyar kirin ku ji bo parastina xaka xwe amade ne.

Îmaîl Kalê yê hildabû çekê got: “Em ji bo xaka xwe biparêzin me çek rakiriye. Serêkaniyê xaka me ye, ji bo parastina wê çi dibe bila bibe em amade ne. Ev roj roja rûmetê ye. Ev der xaka me ye bila Erdogan bizane.”

Yek ji berxwedêrê din jî Salih Temo jî diyar kir ji bo parastina xaka xwe amade ne berdêlên nû jî bidin û got: “Çi dibe bila bibe em amade ne, bajarên xwe biparêzin. Mirin jî bê bila ser çavan bê. Me sala 2013’an berneda niha jî bernadin.”

Kurdo Serêkaniyê yê li gel hevjînê xwe çek rakiribûn jî gotin: “Heta mirinê li Serêkaniyê me. Ez û zarokên xwe li ber xwe didin. Me xwîna xwe li ser vê xakê rijandiye. Em bernadin.”