Mazlûm Ebdî: Em ê hêzên xwe yên li herêmên pevçûnê bikşînin rojhilatê Firatê

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ragihand ew ê hêzên xwe yên li herêmên pevçûnê li rojhilatê Firatê bi cih bikin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser platforma xwe ya Xˊê peyamek da, ku ew hêzên xwe ji herêmên niha yên li rojhilatê Helebê ku 2 rojin rastî êrişan tên ber bi herêmên rojhilatê Firatê ve bikişînin.

Di peyama Mazlûm Ebdî de wiha hate gotn: "Li ser bingeha bangên welatên dost û navbeynkaran, bi armanca nîşandana niyeta me ya baş ji bo temamkirina pêvajoya entegrasyonê û pabendbûna me ji bo bicîhanîna şertên peymana 10ˊê Adarê, me biryar da ku hêzên xwe sibe, saet 7:00ˊan sibehê ji herêmên niha yên bi ser rojhilatê Helebê ber bi herêmên rojhilatê Firatê ve vekişînin. Ev herêm ji 2 rojan ve di bin êrişan de ne."