Mazlûm Ebdî bi Şêx Manî El Cerba re civiya
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî li bajarê Hesekê bi serokeşîrê qebîleya Şemer Mani Himêdî El Deham El Cerba re civiya.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî li bajarê Hesekê bi serokeşîrê qebîleya Şemer Mani Himêdî El Deham El Cerba re civiya.
Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî Li bajarê Hesekê bi serokeşîrê qebîleya Şemer Mani Himêdî El Deham El Cerba re civiya.
Di civînê de hevdîtina Şêx Mani El Cerba ya bi serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri re, hat nîqaşkirin.
Şêx Mani bal kişand ser girîngiya hevkariya hemû pêkhateyan û rola aliyên siyasî di pêşxistina lihevkirinan û pêkanîna peymana 10'ê Adarê de.
Şêx Mani El Cerba berî çend rojan li Şamê bû û li wir bi gelek kesayetan re civiya, ji wan serokê veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri bû.