Malbatên dîlgirtiyan: Em zarokên xwe dixwazin
Bi dehan malbatên dîlgirtiyan ên Qamişloyê bi çalakiyeke pirotestoyî daxwaza berdana zarokên xwe kir.
Bi dehan malbatên dîlgirtiyan ên Qamişloyê bi çalakiyeke pirotestoyî daxwaza berdana zarokên xwe kir.
Malbatên ji Qamişloyê bi daxwaza berdana zarokên xwe yên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê hatine dîlgirtin li Çerxerêya Osman Sebrî ya Qamişloyê çalakiyek protestoyî li darxist.
Li çalakiyê malbatên dîlgirtiyan wêneyên zarokên xwe rakiribûn û sloganên "Em zarokên xwe dixwazin" berz kirin.