Li Siwêdayê çalakiya piştgiriya ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Li Siwêdayê gel çalakî lidar xist û piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anî ziman.

Şênî û çalakvanên Siwêdayê ji bo piştgiriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî binpêkirinên hikumeta demkî, îro xwepêşandanek li Qada El Kerama ya bajar lidar xist.

Xwepêşandêran pankartên bi daxwazên edalet, azadî û rawestandina êrişan vekirin. Her wiha diyar kir ku doza Kurd beşeke doza giştî ya Sûriyeyê ye û mîsogerkirina maf û rûmetan berpirsyareke nîştimanî ye.

Xwepêşandêran dirûşmên "Siwêda bi yekparbûna Sûriyeyê re ye", "Ji Kurdan re azadî", "Xwîn yek e çarenûs yek e" û "Ji peravê heya Sûriyeyê gelê Sûriyeyê yek e" berz kirin.