Li sê bajarên girêdayî Kantona Tebqayê qedexeya derketina derve
Desteya Hundirîn a Kantona Tebqayê ji bo Tebqa, Mensûra û Cirniye qedexeya derketina derve ragihand.
Desteya Hundirîn a Kantona Tebqayê ji bo Tebqa, Mensûra û Cirniye qedexeya derketina derve ragihand.
Desteya Hundirîn a Kantona Tebqayê bi biryarekê qedexeya giştî ya derketina derve li 3 bajaran (Tebqa, Mensûra, Cirniye) ragihand.
Di biryarê de hatiye gotin, biryara qedexeya derketina derve ji bo parastina ewlehiya van herêman hatiye dayîn.
Her wiha bang li welatiyan hat kirin ku ji bo parastina ewlehiya civakî bi aliyên têkildar re bibin alîkar.