Li kolanên Humsê alên DAÎŞ'ê

Komek bi motorsîkletan li kolanên Humsê bi alên DAÎŞ'ê geriya.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku doh êvarê li gundên Enar û Hewaş ên Humsê, komek ji 13 motorsîkletan bi alên DAÎŞ'ê geriya. SOHR'ê diyar kir ku tê texmînkirin, ev kom piştgiriyê ji Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê digire.

Hate ragihandin ku kom li nêzî Dêra Mar Elias a li Hewaşê sekinî ku karê danîna dara Noelê lê dihate kirin û endamên komê dirûşmên Allahû Ekber qîriyan û sixêf kirin.

Ev rewş li nava xelkê herêmê bû cihê tirsê.