Li Humsê qedexeya derketina derve hate ragihandin
Piştî ku di encama êrîşeke çekdarî ya li ser taxa El Muhacirîn a Humsê de ciwanekî mir û 12 kes birîndar bûn, hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê qedexeya derketina derve ya berfireh li Humsê ragihand.
Piştî ku di encama êrîşeke çekdarî ya li ser taxa El Muhacirîn a Humsê de ciwanekî mir û 12 kes birîndar bûn, hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê qedexeya derketina derve ya berfireh li Humsê ragihand.
Piştî zêdebûna aloziyên ewlehiyê û êrîşên li ser taxên Elewiyan, hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ji saet 15:00 êvarê heta 05:00 sibeha din, qedexeya derketina derve ya berfireh li bajarê Humsê ragihand.
Îro çekdarên ji eşîra Benî Xalid (malbata Etiya Mûsa) êriş birin ser kolana El Basil ya taxa El Muhacirîn li bajar Humsê û di encamê de ciwanê bi navê Nofel El Ebas hat kuştin û bavê wî tevî 11 kesên din birîndar bûn.