Li Humsê 2 ciwanên ku hatibûn revandin, hatin qetilkirin

Li Humsê 2 ciwanên ji mezheba Elewî piştî ku hatin revandin, bi awayekî hovane hatin kuştin.

Îro li bajarê Humsê 2 Ciwanên bi navê Wisam Dahir El Elî (23 sal) û Mihemed Salih El Elî (24 sal) ku pismamê hev, danê sibehê hatin revandin û paşê kuştî hatin dîtin.

Li gorî agahiyan her 2 ciwan ku ji gundê Hekfa yê gundewarê rojhilatê Humsê ne, sibiha îro dema ku çûn ser karê xwe li taxa El Zehraa ya Humsê, hatin revandin. Piştî demekê cenazeyên wan li nexweşxaneya taxa El Weir hat dîtin.

Her du ciwan bi awayekî hovane bi keviran hatibûn kuştin.