Li Efrîn a dagirkirî di nava salekê de 60 kes hatin kuştin

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê li Efrîn a dagirkirî di nava 11 mehên sala 2025'an de 60 kes hatin kuştin, 160 kes hatin revandin, zêdeyî 3 hezra dar hatin birîn, qada ji 50 hektarî hate şewitandin.

Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo ji ANHA'yê re qala salek ji dagirkeriyê ya li Efrînê kir.

Îbrahîm Şêxo got îsal nêzî 160 rewşên revandin û 60 rewşên kuştinê ku ji aliyê kesên nenas ve hatine pêkanîn, hatine belgekirin û heta niha hesab ji sûcdaran nehatiye xwestin.

Şêxo got rojane dizî çêdibe û rewşa ewlehiyê li bajêr gelekî xerab e.

Şêxo da zanîn ku zêdetirî 3 hezar darên biber, piraniya wan ên zeytûnan ne, hatine birîn û nêzî 50 hektar darên merxê hatine şewitandin û got: "Dizîna mewsima zêdetirî 25 hezar darên zeytûnê hatiye belgekirin û bi deh hezaran dar di destê çeteyan û 'nivîsgehên aborî' yên li Efrînê de ne.”

Şêxo diyar kir ku tevî derbasbûna salekê di ser hilweşîna rejîma Baasê re jî lê binpêkirin didomin û got lewaziya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li Efrînê hişt ku çete li gorî berjewendiyên xwe herêmê bi rê ve bibin û ev jî bû sedema astengkirina vegera koçberan.

Îbrahîm Şêxo der barê rewşa koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de got li kampên koçberan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewş dijwar e û alîkarî, xwarin, derman û sotemenî tune ne.

Îbrahîm Şêxo wiha lê zêde kir: "Cîhan roja 10'ê Kanûnê wek Roja Mafên Mirovan pîroz dike. Em naxwazin vê rojê wekî rojeke şiklî bibînin, divê di vê rojê de li zehmetiyên bi milyonan welatî û koçberên ku deverên wan dagirkirî ne, were guhdarîkirin.”

Şêxo got zêdetirî 2 hezar û 500 windahî li Efrînê hene, ji wan jin û zilam in ku aqûbeta wan jî nediyar e û bang li rêxistinên navneteweyî û yên mafên mirovan kir ku xwedî li erkên xwe derkevin, her wiha bang li hikumeta veguhêz kir ku sivîlan biparêze û vegera ewle ya koçberan misoger bike.