Li Dêrazorê êrîşî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku êrîşa çekdarî li ser 2 xalên wan ên kontrolê yên li gundewarê Dêrazorê hatine kirin û windahiyên canî çênebûne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekarya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku 2 xalên wan li gundewarê rojhilatê Dêrazorê rastî êrîşa çekdarî hatin.

Di daxuyaniyê hat gotin ku 2 kesên bi motosîklê gule berdan bendeke kontrolê ya hêzên wan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li gundê Ebrîha.

Her wiha kesên nenas bombeyeke destan avêtin navenda hêzên wan a li bajarokê Zîban.

Di di her du êrîşan de ti ziyan çênebûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku hêzên wan bersiva êrîşê dan û êrîşkar jî reviyan.