Li Dêrazorê êrişên li ser navendên petrolê û cihê sivîlan
Şane û çeteyên DAÎŞ'ê li Dêrazorê êriş birin ser gelek qadên sivîlan û stasyonên petrolê.
Şane û çeteyên DAÎŞ'ê li Dêrazorê êriş birin ser gelek qadên sivîlan û stasyonên petrolê.
Li gorî agahiyan komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî û şaneyên DAIŞ, ji duh ve ji rojhilat û heta bakurê Dêrazorê êrişên xwe didomînin.
Hat ragihandin ku komên çeteyan êrişî bajarokên Baxoz, Şeefa, Sûsê, Hejîn, Ebû Hemam, Garanîc, Dîban, Dermec, Şamiyê, Meamil, Teyanê û Şenan, stasyonên petrolê û xazê yên Konîkor, Umer û Tene yên li rojhilatê Dêrazorê kirin.
Şervanên QSD’ê jî bersiva êrişan didin û pevçûn berdewam dikin. Li Baxozê şerekî dijwar hene.