Li Dêrazorê 3 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihand ku wan 3 endamên şaneyeke xeternak a DAÎŞ`ê li gundewarên Dêrazorê girtine.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihand ku wan 3 endamên şaneyeke xeternak a DAÎŞ`ê li gundewarên Dêrazorê girtine.
QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Tîma Operasyonên Leşkerî (TOL) ya wan, bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî, operasyoneke serketî li gundewarên Dêrazorê pêk anî ku di encamê de serçeteyekî DAÎŞ`ê yê bi navê "Ebû Zubêr/Semak" û 2 çeteyên şaneya wî hatin girtin.
Di daxuyaniyekê QSD’ê de hat gotin: "Ev operasyon piştî şopandina bi baldarî ya tevgerên komê pêk hat, ku derket holê ev kom yek ji torên herî xeternak ên DAÎŞ`ê ye û berpirsiyarê piraniya êrîşên terorîst yên di hemên de li dijî hêzên me hatine pêkanîn."
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Delîlên ku ji terorîst û şaneya wî hatine desteserkirin, di nav de telefon û vîdyo, nîşan dan ku ew rasterast tev li plansazkirin, pêkanîna û çavdêriya êrîşan bûne.
Lêkolînan her wiha îspat kir ku serçeteyê DAÎŞ’ê operasyonên qaçaxçîtiyê û têkiliya di navbera şaneyên DAIŞ`ê yên li herêmê û li kampa Holê de bi rê ve dibirin. Wî her wiha zarokên malbatên DAIŞ’ê (Eşbal El Xilafa) bi rêxistin û perwerde dikirin.
Daxuyaniyê wiha lê zêde kir: "Daneyan nîşan da ku şaneyê piştgiriya derve wergirtiye, ku armanc ew bû şaneyên rêxistinê ji nû ve çalak bike, ewlehiyê têk bibe û êrîşan dijwartir bike.”
Di dawiyê de QSD’ê piştrast kir ku vê operasyonê derbeyek giran li binesaziya DAÎŞ`ê ya li Dêrazorê xistiye.