Li Cerablûsê li navenda polîsan teqîn çêbû

Li navendekî polîsan a nêzî mizgefta El-Hesen a li Cerablûsê teqînek çêbû. Li gorî agahiyan di teqînê de herî kêm 9 kes birîndar bûn.

Li Cerablûs a ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatî dagirkirin li dijî navendeke polîsan a nêzî mizgefta El-Hesen bi wesayîteke bombebarkirî çalakiyek pêk hat.

Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî dane, di teqînê de herî kêm 9 kes birîndar bûne.

Navê kesên birîndar wiha ne; Fadî Ebd El-Mecîd(29), Îsa Mihemed(32), Cemal Hisên (28), Ebd El-Hadî Sabir(24), Mihemed El-Ferec (18), Ebd El-Ezîz El-Xidir, Mihemed Hindawî (34), Fereh Hindawî (18), Mihemed Recep.