Li başûr û rojavayê Tebqayê pevçûnên dijwar didomin

Li sê deverên başûr û rojavayê Tebqayê ji ber êrişên komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî ya Suriyeyê, di navbera wan û şervanên QSD’ê pevçûnên dijwar diqewimin.

Piştî êrîşên komên çeteyan ên li ser şervanên QSD’ê ku di çarçoveya biryara vekişînê de dihatin Tebqayê, li herêmên pevçûn dijwar bûne. 

Li gundê Dibis Efnan û Derîyê Boasî yên rojavayê Tebqayê di navbera komên çeteyan û şervanên QSD’ê de pevçûnên dijwar hene.

Li gundê Heqil El Sewra ku dikeve başûrê Tebqayê jî komên çeteyan êrişî noqteyên QSD’ê kirin û pevçûn derketin.

Ji rojavayê Tebqa heta başûrê wê li devereye derdora 35 kîlometreyan pevçûn diqewimin.