NÛ BÛ

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cejna Berxwedanê hate pîrozkirin

Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 27’ê Mijdarê Cejna Berxwedana Neteweyî bi coş hate pîrozkirin.

Di pîrozbahiyan de hate diyarkirin ku destkeftiyên gelên herêmê encama têkoşîn û berxwedana bi dehan salan e.

QAMIŞLO

Bi boneya 47`emîn slavegera damezrandina PKKˊê (Roja Berxwedana Neteweyî) Înîsiyatîfa Gel a Bajarê Qamişlo li Stadyûma Şehîdên 12`ê Adarê pîrozbahiyek bi rêxistin kir.

Bi sedan welatiyên Kurd, Ereb û Suryan ên bajarê Qamişlo ku di nava wan de koçberên Şehba -Efrîn û Serêkaniyê jî hebûn tevlî şahiyê bûn. Jin, mêr, ciwan, zarok, xwendekar, rewşenbîr û mamoste, nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweser û civaka sivîl di şahiyê de cihê xwe girtin.

Amadebûyên şahiyê dema li qadê kom bûn dirûşmeyên “Ne dawî ye, destpêkeke nû ye”, “Bijî Rêber Apo” berz kirin. Girseya gel li ber stranên şoreşgerî govend gerandin; alên PKK`ê û Koma Civakên Kurdistanê (KCK) û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan rakirin.

Bernameya şahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Qamişlo Şemsîxan Gulo axivî, şehîdên şoreşê bi bîr anîn û Rêber Apo silav kir. Şemsîxan Gulo da zanîn ku ew bi saya keda Rêber Apo û şehîdan li hev kom bûne û got: "Çavê hemû cîhanê niha li Îmralî ye. Divê azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bê. Heta pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo em ê li ser piyan bin. Divê em ranewestin."

Li ser navê Înîsiyatîfa Gel a Bajarê Qamişlo jî, Endamê Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Şêro Şero axivî û 27ˊê Mijdarê li hemû gelên Kurdistanê û cîhanê, bi taybet li Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir. Şero got: “Îro rojek ji rojên dîrokê ye, tişta di nava qadên berxwedanê de tê dîtin, şax û berhemên tevgerê ne. Li cîhanê bi giştî şaxên xwe vedaye. Bi keda gerîla, şoreşger û gelê me em îro li vir kom dibin.”

Şahî bi gerandina govenda li ber stranan û bi xwendina helbestan bi dawî bû.

TEBQA

Bi boneya salvegera 47ˊemîn a damezirandina PKKˊê (Roja Berxwedana Neteweyî) xelkê kantona Tebqayê û koçberên Efrîn-Şehbayê, meşeke girseyî li dar xist.

Bi hezaran xelkê kantonê û koçber, nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste û meclisên girêdayî wê tevlî meşê bûn.

Meşê ji pêş Kampa Stadyûma Bajarê Wezîşê dest pê kir. Beşdaran wêneyên Rêber Apo û pankartên "Bi xwişk-biratiya gelan em ê Rêber Abdullah Ocalan azad bikin", "Bi hevgirtina gelan em ê deriyên Îmraliyê bişikînin" hildan.

Meş li pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li taxa El Sanî (duyem) a bajêr rawestiya. Li wir Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonê Mehmûd El Sayil axivî. El Sayil di destpêka axaftina xwe de damezrandina PKKˊê li Rêber Apo û gel pîroz kir û got: "Bi vê boneyê em daxwaza pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin."

Li aliyekî din jî li ser navê koçberên Efrîn û Şehbayê Elîf Mihemed axivî. Elîf got: "Rojbûna PKKˊê rojbûna jiyan, mirovahî û demokrasiyê ye û ew destana sedsala 21ˊê ye, serdema azadiya jin-ciwanan û projeya neteweya demokratîk e.”

Meş bi dirûşman bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Tirbespiyê bi hemû pêkhateyên wê (Kurd, Ereb, Suryan) 27’ê Mijdarê (Roja Berxwedana Neteweyê) li hola Roj a rojhilatê bajar pîroz kir.

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa bajarê Tirbespiyê Silêman Hisên axivî û bal kişand ser rola PKK’ê di parastina doza Kurd û xurtkirina nirxên jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de.

Hisên di dewama axaftina destnîşan kir ku bi saya hevgirtina gel û têkoşîna wê ya bi pêşengiya Rêber Apo, hemû hewldanên dewleta Tirk a dagirker û pergalên mêtînger ên tunekirina PKK’ê têk çûn.

Piştre Koma Serdem a ji bajarê Hesekê û hunermend Talib El Nasir stran pêşkêş kirin. Girse li ber stranan govend gerandin. Di dawiya şahiyê de helbestvan Ferhad Merdê helbest xwendin.

AMÛDÊ

Şêniyên bajarê Amûdê û koçberên Efrîn û Şehbayê jî Roja Berxwedana Neteweyî li hola Kerem pîroz kir.

Piştî rêzgirtinê, welatparêz Emîn Ebduselam ê ku Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye axivî. Emîn Ebduselam behsa hevdîtinên bi Rêber Apo re kir û wî bi fîlozofê serdemê bi navê kir.

Di dawiya şahiyê de Koma Tolhildan, Koma Şehîd Delîla, hunermend Lawîn Yûsif û Îbo Can stran gotin. Beşdaran li ser stranan xelekên govendê gerandin.

ÇILAXA

Tevgera Çand û Hunerê ya bajarê Çilaxa jî şahiyek li garaca bajar li dar xist. Li hola geracê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên PKK`ê, pankartên "Cejna vejîna gelên Kurdistanê pîroz be" hatin daliqandin.

Şahiya ku girseyeke mezin lê hazir bû, bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Bajarê Çilaxa Feysel Hesen axivî û got: "Avabûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji bo gelên ku di bin nîrê qirkirin û asîmîlasyonê de rû bi rû mabû ku gelê Kurd jî di nav de mîladek bû."

Piştre Koma Serhildan a girêdayê navenda Çand û Hunerê ya Rimêlan û hunermend Waîl Haco û Mihemed El Iwêd stran gotin. Girse li ber stranan xelekên govendê gerandin.

TIL HEMÎSÊ

Meclisa bajarê Til Hemîsê jî bi beşdariya girseyek mezin a şêniyan şahiyek li hola navenda Çandê li dar xist.

Di şahiyê de hevserokê Hêzên Parastina Civakî (HPC) Salih El Xelef Roja Berxwedana Neteweyî pîroz kir û diyar kir ku ev kombûn îfadeya piştevanî û serbilindbûna bi meşa tevgera azadiyê ye.

El Xelef destnîşan kir ku projeya tevgera azadiyê projeya demokrasî, edalet û wekheviyê ye.

Piştre sînevîzyonek li ser avabûna PKK’ê û pêvajoyên tê re derbas bûne û peyama Rêber Apo hat pêşandan.

Şahî bi stran, govend û berzkirina dirûşman bi dawî bû.

HELEB 
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê, bi tevkariya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê bi boneya salvagera 47’an a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê-PKK (Cejna Berxwedana Neteweyî) şahiyek li dar xist.

Şahî li Parka Zarokên Şehîdên Efrînê bi beşdariya bi sedan kesî pêk hat. Ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyeke rêz hat girtin. Piştre bi navê şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji têkoşerên Tevgera AzadiyêEhmed Menan Mistefa yê ku demek berê ji girtîgehên dewleta Tirk a dagirker hat berdan axivî.

Ehmed Menan Mistefa Cejna Berxwedana Neteweyî li gelên azadîxwaz pîroz kir û got, PKK’ê di dîroka tevgerên azadiyê de xeleke werçerxê bû ku qedera gelan guhert.

Ehmed Menan Mistefa bi bîr xist ku PKK’ê di pêvajoyekê de hat avakirin ku siyasetên qirkirin û înkarê li dijî Kurdan dihatin meşandin û anî ziman ku PKK’ê ji bo gelan bû hêviya azadî û demokratîkirina herêmê.

Di pîrozbahiyê de Koma Kevneşopî, Koma Çiyayê Kurmênc û Koma Agirî yên stranan, her wiha Koma Şehîd Hêzil û Koma Şehîd Serhed ên govendên foklorî hunerên xwe pêşkêş kirin.

Pîrozbahî bi berzkirina dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

REQA 

Li Akademiya Şehîd Emar Şêx a bajarê Reqayê bi heman armancê şahiyek hat lidarxistin. Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre cîgirê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer Roja Berxwedana Neteweyî pîroz kir û ev tişt anî ser ziman "PKK’ê cûdayî partiyên klasîk e. Di hundirê wê de me karîbû şoreşeke bîrdozî, şoreşa jin, azadî, çand, perwerde û fêrkirinê ava bikin ta em gihaştin vê astê."

Koçer di dewama axaftina xwe de îşaret pê kir ku Rêber Abdullah Ocalan di girîgeha Îmraliyê de fikirê neteweya demokratîk, jiyana hevbeş û komînal ava kir û ev li gotinên xwe zêde kir "Banga wî ya Aştî û Civaka Demokratîk di çarçoveya şoreşa nû de veguherîneke stratejîk û bîrdozî ye, ku sîstema demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe dispêre wê."

Piştî axaftina Hesen Koçer, Koma Hêlîn Cûdî ya girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn govend gerandin.

TEBQA

Şêniyên kantona Tebqayê û koçberên Efrîn û Şehbayê li wargeha Werzîşê şahî li dar xist.

Piştî rêzgirtinê dayika şehîd Egîd û Zîlan, Hacer Mehmûd axivî û avabûna PKK’ê mîna ’meşaleyekê bû ku rêya azadiyê ronî kir’ pênase kir.

Hacer Mehmûd destnîşan kir ku têkoşîna PKK û berdêlên ku şehîdên wê dane ji bo gelan bûne rêbazên jiyanê.

Endamê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Xebat Yûsif jî Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz kir û got," Têkoşîna azadiyê ya domdar dê serkeftinên mezintir bînin. Nifş hîn bûne û dê meşa azadiyê ya ku PKK’ê ava kiriye dê bidomînin."

Xebat Yûsif di dewama axaftina de destnîşan kir ku avabûna PKK’ê xaleke veguherînê di dîroka Rojhilata Navîn û Cîhanê de bû, gelên herêmê jî îrade û rihê berxwedanê ji berxwedana PKK’ê girtine.

Di dawiya şahiyê de koma Çiyayê Kurmênc û Koma Şehîd Fedekar Efrîn stranên şoreşgerî gotin.