Kujerên mamoste Fatima El Şeyîb li Reqayê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Reqayê kesên ku destê wan di kuştina mamoste Fatima El Şeyîb de heye, girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê girtina kujerê mamoste Fatima El Şeyîb li Reqayê daxuyaniyek belav kir.

Daxuyanî wiha ye: ‘’Hêzên me yê Têkoşîna li Dijî Cûcan li kantona Reqayê piştî şopandin û lêkolînê, karîn kujerên mamoste Fatima Hesen El Şeyîb bigrin, ev operasyon piştî karekî ewlehiyê berdewam pêk hat.

Heta niha jî lêpirsîn berdewam e û piştî bidawîkirina tedibîrên qanûnî wê hurgiliyên vê bûyerê werin eşkerekirin."