Jinek û keça wê hatin qetilkirin

Li gundê Um Milih ê Siwêdayê jinek û keça wê hatin qetilkirin. Kurê jinê jî bi giranî birîndar bû.

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku kesê bi navê Usama Tirkî Seed êrişî mala hevjîna birayê xwe kir û gule reşand.

Li gorî çavkaniyan, di êrişê de Wela Ednan El Basit a 31 salî û keça wê Sîdra Seeb a 9 salî di cih de hatin kuştin. Kurê Wela, Qesîr Seeb ê 12 jî bi giranî birîndar bû. Qesîr ê birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Bûyer bû sedema hêrsa gundeyan ku banga lêpirsînê û hesabxwestinê kirin.