Ji Kampa Holê 240 malbatên Iraqî li welatê xwe vegeriyan
Ji Kampa Holê ya li Hesekê ji 240 malbatan 858 kesên din vegeriyan Iraqê.
Ji Kampa Holê ya li Hesekê ji 240 malbatan 858 kesên din vegeriyan Iraqê.
Di çarçoveya hemahengiya di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê de, beşeke din a malbatên Iraqî ji kampa Holê ber bi Iraqê ve hat birêkirin.
240 malbat (858 kes) di bin parastina Hêzên Ewlekariya Hundirîn de ber bi Iraqê ve hatin şandin.
Bi vê yekê ji destpêka îsal (2025) ve 14 caran malbatên Iraqî ji kampê hatin derxistin û ji destpêka vegerandina malbatên Iraqî yên li kampê bo warên an ku ji destpêka 2021’ê ve, ev beşa 31’an e.