Hikûmeta veguhêz rêya ku Reqayê bi Dêrazorê ve girê dide girt
Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rêya di navbera bajarokê El Bohemed û Xanim ên li başûrê rojhilatê Reqayê de ku kantonên Reqa û Dêrazorê bi hev ve girê dide, girt.
Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rêya di navbera bajarokê El Bohemed û Xanim ên li başûrê rojhilatê Reqayê de ku kantonên Reqa û Dêrazorê bi hev ve girê dide, girt.
Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rêya Reqa-Dêrazor girt, hemwextî wê rêyên Tebqa-Selemiyê û Dêr Hafir-Helebê jî girtî ne.
Heta niha hikumeta veguhêz sedemên girtina rêya Reqa-Dêrazorê aşkera nekirine.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji hefteyekê ve hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li dijî bajarokê Xanim Elî êrişan pêk tînin. Duh Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) 2 balafirên bêmirov ku ji binkeyên hêzên hikumeta veguhêz hatibûn, li nêzî gundê Xanim Elî yê li rojhilatê Reqayê anîn xwarê.
QSD'ê diyar kir ku balafirên bêmirov ên çeteyên DAIŞ'ê bûn û ji binkeyên hêzên hikumeta veguhêz derketibûn.