Hêzên QSD-YPJ'ê derbên giran li çeteyan dixin

Şervanên QSD-YPJ'ê ku êrişa destpêkê ya çeteyan şikandin, ji hewa û bejahî ve derbên giran li çeteyan xistin ku di amadekariya êrişeke nû de bûn.

Şervanên QSD-YPJ'ê ku êrişa destpêkê ya çeteyên hikumeta veguhêz û dewleta Tirk şikandin, derbên giran li çeteyan dixin. Çeteyên ku di êrişa destpêkê de derba giran xwarin, xwe amade dikin ku bi gelek tank, wesayitên zirxî û çeteyan jinûve êriş bikin.

Şervanên QSD-YPJ'ê ku li hemberî êrişan berxwedana xwe dewam dikin, di bersivdana bi çekan û droneyan de 2 tank û wesayiteke zirxî îmha kirin.

Li herêmê şerekî giran diqewime.