Hêzên Kantona Cizîrê ya bi ser QSD'ê ve civîna xwe ya nirxandina salane lidar xist

Di civîna bi pêşengiya Fermandariya Giştî ya Kantona Cizîrê de geşedanên siyasî û leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nirxandin; raporên xebatên sala 2025'an hatin nirxandin û biryar hate girtin ku amadekariyên rêxistinî û leşkerî bêne xurtkirin

Fermandariya hêzên Kantona Cizîrê yên bi ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve, ji bo şopandina geşedanên siyasî û leşkerî û nirxandina performansa rêxistinî û leşkerî, civîna xwe ya salane bi beşdariya fermandarên meclîs û saziyên leşkerî li dar xist.

Civîn bi serokatiya Fermandarê Kantona Cizîrê Serdar Heleb û endamên fermandariya giştî ya kantonê Demhat Brûsk û Avînar Dêrik pêk hat. Endamên fermandariya meclîsên leşkerî û nûnerên saziyên leşkerî yên girêdayî Kantona Cizîrê beşdarî civînê bûn.

Fermandariya Giştî ya Kantona Cizîrê, geşedanên siyasî û leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li tevahiya Sûriyê nirxand. Di vê çarçoveyê de, peymana 10’ê Adarê jî hate nirxandin, ku weke yek ji bingehên avakirina Sûriyeyeke yekgirtî, demokratîk û nenavendî tê dîtin.

Di civînê de rewşa heyî ya meclîsên leşkerî hate gotûbêjkirin û hate tekezkirin ku divê asta amadekariyê li hemberî hemû senaryoyên pêkan ên di şert û mercên aştiyê û şer de bê bilindkirin. Bal hat kişandin ser girîngiya berdewamkirina dewriyeyan, perwerdehiya leşkerî û tetbîqatên leşkerî.

Hate destnîşankirin ku xebatên hevpar ên bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî re, ku yek ji hevkarên sereke yên têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê ne, berdewam dikin, û pêşniyarên der barê guhertina sîstema yekîneyên leşkerî yên têkildarî rêxistinbûna navxweyî de ketin rojevê. Her wiha rêziknameyên hiqûqî yên der barê xebatên polîsên leşkerî de hatin nîqaşkirin.

Fermandarî û saziyên leşkerî raporên xwe yên xebat û çalakiyên sala 2025’an pêşkêş kirin. Di raporan de rexneyên li ser performansê anîn ziman û hate gotin ku divê ji bo çareserkirina kêmasiyên hatine tespîtkirin xebatên berfirehtir û cidîtir bên kirin.

Di dawiya civînê de çend biryarên rêxistinî hatin girtin û ji bo hemû saziyên leşkerî plansaziyeke berfireh hate amadekirin. Di çarçoveya plansaziyê de, biryar hate girtin ku serdana malbatên şehîdan û malbatên şervanan bê kirin, pêwîstiyên wan yên madî û manewî bên dabînkirin, pirsgirêkên wan bên çareserkirin, jêhatîbûna leşkerî û îdeolojîk bê zêdekirin, qadên leşkerî bên xurtkirin û geşedanên pêkan ji nêz ve bêne şopandin.