Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Em xwedî hêz in ku gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê biparêzin

Berpirsa Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Axîn Nûcan diyar kir ku ew xwedî hêz û şiyan in ku gelê xwe yê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê biparêzin. Axîn got, "Em aştîxwaz in û hewlên aramkirina rewşê û îstîqrarê tên dayîn."

Berpirsa Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Axîn Nûcan diyar kir ku komên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi rêya hedefgirtina benda kontrola ya Çerxerêya Şîhan dest bi êrîş û derxistina pevçûnan kir, di encamê de 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê birîndar bûn.

Axîn da zanîn ku komên girêdayî hikumeta veguhêz bi tank û topavêjan taxên şêniyan topbaran kirin, di encamê de 17 kes birîndar bûn û jinek şehîd bû, her wiha 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê birîndar bûn.

Axîn anî ziman ku hêzên wan di çarçoveya mafê parastina rewa de û bi armanca parastina şêniyan û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di cih de bersiva êrîşan da.

Axîn destnîşan kir ku ew xwedî hêz û şiyana tevahî ne ku parastina gelê xwe yê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bikin, di heman demê de destnîşan kir ku ew ne şerxwez in û rageşî nakeve xizmetî tu aliyekî.

Di dewiya axaftina xwe de Axîn got ew hewlên xwe yên meydanî û siyasî ji bo rawestandina pevçûnan û pêşîlêgirtina berfirehbûna wê zêde dikin, da ku ewlehiya şêniyan biparêzin.