Foza Yûsif: Girtîgeh di xeteriyê ne de, divê koalîsyon mudaxele bike

Endama Desteya Rêveber a PYD’ê Foza Yûsif diyar kir ku êrîşên çeteyan ên li dijî Reqayê di girtîgehên ku çeteyên DAÎŞ’ê tê de girtî ne xetereyên mezin derdixîne û banga mudaxeleya lezgîn li hezên koalîsyonê yên navneteweyî kir.

Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Foza Yûsif li ser hesabê xwe yê X derbarê êrîşên çeteyên hikumeta demkî û ên giredayê Tirkiyeyê de yên li ser Reqayê daxuyaniyek da. 

Foza Yûsivê anî ziman ku êrişên li Reqayê ji bo ewlehiya girtîgehên ku çeteyên DAIŞ’ê tê de girtî ne xetereyan derdixîne û got: “Em hişyariyeke taybet dikin. Berdewamkirina êrişan ji bo girtîgehan xetereyên mezin derdixîne. Ew yek ji bo tevahî herêmê xetereyan tînê. Divê koalîsyona navneteweyî demildest mudaxale bike.”