Festîvala Fîlman a Rojava di roja xwe ya 6’emîn de didome

5’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ku li Qamişloyê tê lidar xistin, bi semîner û nîşandana fîlman di roja xwe ya 6’emîn de didome.

5ˊemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava di roja xwe ya 6’emîn de berdewam dike. Di çarçoveya bernameyê de li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê bi sernavê "Di sêya şer û koçberiyê de sînema" semînerek hat dayîn.
 
Semîner ji aliyê Nivîskar Mecîd Arslan, Derhêner Xerîb Hemûd û sînemeger Ciwan Teter ve hat birêvebirin.

Di semînera ku gelek kesan şopand de çawaniya sînema û girêdana wê bi şer û penaberiyê re hat gotûbêjkirin. Axaftvanan, bal kişandin ser zehmetiyên ku sînemaya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê di navbera salên 2011ˊan û 2024ˊan de kişandin. Her wiha bandora şer a li ser sînemayê vegotin.

Hat diyarkirin ku sînemavanan şer û bandora wan bi çêkirina fîlm û nivîsandina sînaryoyan ragihandiye.

Di semînerê de hat destnîşankirin ku koçberî û rêyên koçberiyê wekî hêvî û mirinê raxistine pêşiya mirovan.

Axaftvanan, bi bîr xistin ku sînema wekî xebateke kolektîf hemû pêkanînên neyînî û dîroka fermî radixe ber çavan, dikare di demên pevçûnan de hem wekî propogandaya siyasî hem jî gel motîve bike. Ji bo vê yekê xebatên sînemaya Kurd bi taybet Komîna Fîlm a Rojava û berhemên li ser herêmên Efrîn û Şehbayê wekî mînak hatin nîşandan.