Efrînê dikin herêma Tirk û selefî - III

Li Efrînê ya ku ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatî dagirkirin demokgrafî tê guhartin. Efrîn bi lez û bez dikine herêma Tirk û selefî.

Ev nêzî 2 salan e ku dewleta Tirk li Efrînê ya ku dagir kiriye li ser Kurdan paqijiya etnîk dike, her wiha bi bi sed hezaran çeteyên ku ji Guta, Idlib, Humus, Hema, Tirkiyê û gelek deveran anîn li bajran bi cih dike û bi demografiyê dilîze. Efrîn kirine qada rêxistiniya gelek rêxistin û komeleyên selefî, cîhadî, îxwan.

Li Efrînê bi destê saziyên Tirk û Diyaneta Tirk propagandaya Osmanî û Tirkîtiyê kirin, her wiha bi hevkariya MÎT'ê û Diyanetê, bi rêya komele û çeteyan selefîtî tê geşkirin.

ALAYÊN TIRK Û POSTERÊN ERDOGAN

Dewleta Tirk ku ji roja dagirkirinê ve hewl dide ku planên Tûranî, Osmanî li ser Efrînê bi cih bîne bi rengekî şeklî jî hewl da ku Efrînê bike herêma Tirk. Dagirker çi devera ku ketinê alayên Tirk û posterên Erdogan daleqandin. Navê mizgeft, gund, dibistan, meydan û kuçeyan guherandin û navê Tirkî li wan kirin.

Li navçeya Biilbilê navê hin gundan guherandin û navê Siltanên Osmanî li wan kirin. Navê gundê Kutanli kirin Obeya Selçûkî navê Meydan Qestlê kirin Obeya Zaferê.

DIXWAZIN BI SAZIYAN MAYIND BIBIN

Dewleta Tirk niyeta ku Efrînê bike herêma Tirk weke ku berê li cihên ku dagir kirin li Cerablûs, Ezaz,Bab û hin bajarên Sûriyê kirî xwedêgiravî di xizmetên perwerdehî, tendirstiyê û bi saziyên asîmlîlasyonê  datîne holê.

Efrîn mîna ku herêmeke Tirk be li bajêr 9'ê Mijdara 2018'an şûbeya PTT'ê ya bi ser Midûrtiya PTT'ê ya Dîlokê ve, 9'ê Cotmehê jî girêdayî Zanîngeha Dîlokê Fakulteya Perwerdehiyê vekir.

Niha di kontrola deweleta Tirk de 242 dibistan hene û li piraniya van dibistanan perwerdehiya Tirkî didin û naveroka perwerdehiyê jî ji hêla dewleta Tirk ve tê diyarkirin. Dersa dîroka Osmanî û Tirkan didin xwendekaran. Her wiha her sibeh beriya ku dest bi dersan bikin ayetan bi xwendekaran didin wendin, li Efrînê Lîseya Îmam Xatibê ya Paşa Karaca jî hate vekirin, ku dersên Tirkî li viri didin.

Li Efrînê jî mîna li Cerablûs, Bab û Ezazê bikaranîna lîreyên Tirk dikin mecbûrî.

DEST BI LÊKIRINA DÎWÊR KIRIN

Dewleta Tirk 20'ê Nîsana 2019'an ji bo ku tevahiya Efrînê ji Sûriyê qut bike li gundên Kimare, Cilbir, Meryemê yên Şêrawa dest bi avakirina dîwaran kir ku bilindiya wê 3 metron ne, nêzî 30 km yê vî dîwarî qediyaye.

Tê gotin dîwar wê 72 km dirêj be, ji gundê Meryem ber bi bakur ve, ji Kamarê ber bi başûr ve ji Cilbirê ber bi başûrêrojhilat ve heta bi Ezazê were dirêjkirin.

Li gundê Cibirê dirêjahiya dîwêr bû 2 hezar û 500 metro, li gundê Meryemê bû 400 û li Kimaryê jî bûye 300 metro. Lêkirna dîwêr ev demek hatiye rawestandi lê tê gotin dewleta Tirk vê maweyê li qadên nêzî dîwêr cihên kontrola leşkerî çêdike. Niha gelek cihên kontrola leşkerî yên Tirk hatine danîn û nahêlin ku sivîl biçin herêma ku îwar lê hatiye kirin.

Li gorî agahiyên ku kanên me dane me piştî demekê wê dîsa dest bi avakirina dîwêr bikin û dîwêr heta bi Keleha Samanê lêbikin. Dewleta Tirk wesayitên hilweşandinê li gundê Cibirê danî, heta niha bi dehan malên gel hatine hilweşandin, li gundê Meryemê jî bi sedan darê zeytûn û festeqan hatin birîn.

ÇETE LI MALÊN EFRÎNIYAN HATIN BICIHKIRIN

Dewleta Tirk u dixwaze Efrînê bike herêma Tirk û hebûna we mayinde bike ji destpêkirina tevgera dagirkeiryê ve paqijiya etnîk dike û demografiya bajêr bi rengekî sîstematîk diguherîne. Piştî êrîşên dagirker ên 20'ê Çile ya 2018'an dest pê kir hinek malbatên çeteyan anîn ser sînorê EFrînê. Ev malbat li malên Kurdan bi cih kirin, ku ji ber bombebaran û komkujiya  Tirk ji bêgavî derketibûn.  18'ê Adarê piştî ku Efrîn bi temamî hate dagirkirin  gelek malbatên çeteyan ji Hema, Xûms, Guta û Idlibê anîn Efrînê. Piştî dagirbûna Efrînê, salek derbas bûbû 80 hezar kes anîbûn û 2019'an ev kesên ku ji derve anîbûn pir zêdetir bû.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafê Miorvan a Erînê ji 2019'an û vir ve tenê ji Idlibê 50 hezar penaber hatine Efrînê û ev malbatên Tirkmen û Ereb in. Ev li heft nehyeyên Efrînê hatine belavkirin û li gelek nehyeyan Kurd ji malên wan hatine derxistin û malên wan dane penaberan. Bi çarçoweya guherandina demografiyê dagirkeriya Tirk, ji bo ku dengên Erdogan werin zêdekirin nasnameya Tirk dane hevkarên sîxûr û malbatên çete.

Beriya dagirbûna Efrînê, piranî jê Kurd nifûsa 550 hezar bû lê piştî dagirkeriyê û ji ber sedema guherandina demografiyê nifûsa xwecih pir kêm bû. Li gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê niha nifûsa xwecih li derdora 100 hezarî ye û ev encex 20 ji 100'î yê nifûsa EFrînê ye. Ji ber sedema koça ji Idlibê û Tirkmenan ji Tirkiyê dibine wir ev rêje her dku diçe kêmtir dibe.

KEMBERA TIRK TÊ DANÎN

Dewleta Tirk bi hedefa ku Efrînê bike Tirk û bi Tiriyê ve girê bide roleke stratejîk da wê ku Tirkmenan bibe bajar û bi cih bike. 2018'an malbatên Tirkmen ku ji derve anîn li navenda Bilbilê û gundên wan bi cih kirin, 2019'an jî 2300 malbatên Tirk li Reco, Şera, Bilbilê bi rengekî ku xetekê deynin bi cih kirin.

Piştî ku Serokê Meclîsa Tirkmen a Sûriyê Mihemed Vecih Cûma Tîrmeha 2019'an bang li Tirkmeman kir û got, ''Vegerin Sûriyê'' zêdetir giranî dane vê proejyê. Li gorî agahiyên ku me ji kanê nxwe standine, Meclîsa Tirkmenan a ku bi ser MÎT'ê ve ye li gorî stratejiya Tirkiyê Tirkmenên li Sûriyê û Iraqê dibine Efrînê. Her wiha tê goitn malbatên DAÎŞ'iyan ên ji Til Eferê derketine jî tînin Efrînê.

ÇETEYÊN TIRKMEN LI SER XETA SÎNOR IN

Her wiha tê gotin dewleta Tirk ji komên çeteyan herî pir ji Sultan Murad, Sultan Suleyman Şah, Mehmet Fatîh, Muntasir Billalah, Ketîbe El Hemze û Semarkanê bawer dike û rol dide wan, ku di van komên çete de piranî Tirkmen hene û rasterast girêdayî MÎT'a Tİrk dixebitin, bi polîtîkayên Osmanî û Tirkîtiyê yên dewleta Tirk re lihevhatî ne.

Dewleta Tirk van çeteyan herî pir li navçeyên li nêzî sînorên Tirkiyê, li Bilbilê Şera, Raco û Şiyê bi cih dike, Sultan Murat û Tûmenên Hemza li bajêr çalak in. Bi rêya van çeteyan hin çeteyên Ereb hatin tasfiyekirin. Mînak, Mijdara 2018'an Şuheda Şarqiye ya bi ser Ehrar El Şarqiye ve, ji hêla çeteyan Hemza û Sultan Murad ve hatin tasfiyekirin.

DIYANET Û KOMELEYÊN SELEFÎ SEFERBER BÛN

Navendên asîmîlasyonê û Tirkirine yên herî girîng ên dewleta Tirk ku li niha li Efrînê sazkar in mizgeft û qursên quranê ne. Piştî ku dewleta Tirk Efrîn dagir bkie û di pey re Wezareta Karê Diyanetê ya Tirk Koordînatorê Gİştî şande Efrînê. Dewleta Tirk ji ÎHH'ê heta bi komeleyên Tirkmen, ji Zanîngeha Zehra ya Îxwaniyan a Dîlok^ebigirin heta bi  Mizgefa Nûr Hûda, ji Rêxistina Cool a ku navenda wê li Ingilistaniyê bigirin heta bi Ocagên Ertugrul, hin sazî û dezgehên li Qetarê, her cure rêixstinên Selefî, Îxwanî û Osmanî seferberî Efrînê kirin.

Bi çarçoweya van kirine li gundên Êzîdiyan mizgef hatine danîne 3u niha li Efrînê 200 mizgeft hatine hazirkirin. Li van mizgeftan ji bo ku qedro û havizan bigihînin xetan hatin kirin. Hin kes birin Tirkiyê. Zanîngeha Zehrayê ya li Dîlokê jî destek da van xebatan. Niha li Efrînê li hin mizgefatan bi çarçoweya Îslama Selefî ders têne dayin û li mizgefgan propagandya Osmanî tê kirin.

DERSÊN XWEDGIRAVÎ YÊN DÎNÎ Û QURANÊ

Komeleyên Tirktîtîparêzin, Selefî, cîhadî li Efrînê 120 dibistan û qursên ne fermî vekirin û dest bi xebitanidna van kirin.

Hin agahiyên derbarê van wiha ne:

Navenda Mafê Mirovan li Efrînê hate avakirin û li vir li gorî hişmenidya Îxwanî 'perwerde' didin. Weqfên Tirk ên li Efrînê ji bo vê 'mamoste' eyar kirin. Van li ser rûpelên xwe yên medyaya civakî gotin di navbeyna Tîrmeh-Cotmehê de dersa dînî dane 1300 zarokî.

Komeleya Nûr Tirkmen li gundên Qurta, Qastel Xidiriyê Qutana, Qota yên Bilbilê navendên wan hene. Bi Diyaneta Tirk re dixebitin. Ji Qetarê alîkariyê distînin. Diyariyên ku ji Qetarê hatine li zarokan belav dikin û wiha wan ji bo 'perwerdehiyê' razî dikin. Her wiha zorê li malbatan dikin da ku zarokên xwe bişînin cem wan.

Cemiyeta Nûr Hûda: Dibêjin di nav 7 meehan de perwerde dane 300 zarok, 750 mêr û 400 jinî.

Çeteya Ehra Şarkiye li Efrînê pêşdibistan ava kirine û zarokên ku temenê wan di bin 7'A nde ye li gorî hişmendiye Selefî wan digihînin.Piraniya Ehra Şarkiye ji DAÎŞ'iyan pêk tê.

Ocagên Tûranî yên Ertugrul jî li navenda Efrînê li Şiyê û Cindirêsê gelek navendên dînî danîne û li van deran xwedêgiravî dersa dîn didin zarokan û  yên gihayî. Her wiha dîrok û hişmendiya Osmanî û Tûranî ferz dikin.

Rêxistina Cool ku navenda wê li Ingilstanê ye ku gelek Tirkmenên Selefî tê de li Efrînê gelek navend ava kirin û xwedêgiravî perwerdehiya şerîayê didin.

32 DIBISTANÊN ŞERÎATÊ YÊN DAÎŞ Û EL NUSRA

Li Efrînê çeteyên mîna DAÎŞ'ê û El Nûsra, ku li tevahiya cîhanê mîna rêxistinên terorîst têne dîtin û yên mîna Feylaq Rahman li malên ku dest li ser wan danîne 32 'dibistanên şerîatê' danîne.

Li gorî agahiyên ku me ji Rêxistina Mafê Mirovan standine li Efrînê yek ji kesê ku dibistana şerîatê vekirî DAÎŞ'iyekî bi navê Ebû Omer Idlibî ye. Tê gotin çeteyên Sultan Mûrad ev girtibûn, li Girtîgeha Kilîsê ya Hawarê hiştibûn û bi 45 Euro hatiye berdan. Niha li Efrînê çarşefa reş li zarokan dike û dersên Selefîtiyê dide.