BI DÎMEN

Dîmenên êrîşên li dijî Elewiyên li Humsê

Di dîmenên ku li medyaya dijîtal hatin parvekirin de, diyar dibe ku komên çekdar bi awayekî bêserûber guleyan li taxên sivîlan ên li Humsê dibarînin û bi dehan zilam bi çekên giran xwe ji bo êrîşê amade dikin.

Di hin dîmenên li ser medyaya dijîtal belav bûn de diyar dibe ku komên çekdar binpêkirinan li dijî taxên sivîlan ên li bajarê Humsê dikin. Yek ji dîmenan nîşan dide ku çekdar bi awayekî bêserûber guleyan li malên sivîlan li kolaneke li taxa El Muhacirîn dibarînin.

Di dîmenên din de bi dehan çekdar li Humsê kom bûne û amadekariyên êrîşkirina taxên Elewiyan dikin.

Di dîmenên din de bi dehan çekdar li Humsê kom bûne û amadekariyên êrîşkirina taxên Elewiyan dikin.

Her wiha, di dîmenekî din jî diyar dibe ku malên sivîlan li taxa El Muhacirîn, têne şewtandin.

Hikûmeta veguhêz piştî êrîşa çekdarî ya li ser taxên sivîlan di destpêka rojê de li Humsê qedexeya derketina derve ragihand.