Di Mihrîcana Fîlman de belgefîlma "No Country For Others" hate pêşandan

Mirîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava bi pêşandana fîlmên girêdayî pirsgirêkên gelên bindest û rola sînemayê di eşkerekirina binpêkirinan de vedibêjin, berdewam dike. Herî dawî, belgefîlma "No Country For Others" hate pêşkêşkirin.

Mirîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava di roja xwe ya 7’emîn de bi pêşandana belgefîlman berdewam dike. Film li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo û li navenda Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunerê ya Demokratîk (TEV-ÇAND) hatin pêşandan. 

Li navenda Mihemed Şêxo belgefîlma "No Country For Others" a derhêner û nivîskar Dîlan Van bû, ku ji ber mijara xwe ya kûr a mirovî, behsa êşa civakên paşguhkirî dike, bala temaşevanan kişand.

Her wiha li navenda Mihemed Şêxo hijmarek belgefîlm û kurtefilm, di nav wan de CARPENTER, kurtefîlma Mori, belgefîlma Garry Adams û HEMO hatin pêşandan.

Li navenda TEV-ÇAND`ê, belgefîlm û Filmên kurt û dirêj hatin pêşandan, di nav de ARZELA FROM AMED, Not for Us, A Beautiful Excuse For A Deadly Sin, BitterSweetness, her wiha fîlmên Beriya Şevê, Benchless û belgefîlma Seyad hebû û bi fîlma Sûrîyeyî The Immortal Sergeant bi dawî bû.

Biryar e ku 5’emîn Mirîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava sibê êvarê bi dawî bibe.