Di êrîşa çeteyan de zarokek hat qetilkirin

Hêzên Ewlakariya Hundrîn ragihand ku çeteyên hikumeta demkî li gundê Xanim El Elî yê Reqayê êrişî malên sivîlan kir û di encamê de zarokekî jiyana xwe ji dest da.

Hêzên Ewlakariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku çeteyên hikumeta demkî li gundê Xanim El Elî yê li rojhilatê Reqayê êrişî malên sivîlan kir û di encamê de zarokekî jiyana xwe ji dest da.

 Hêzên ewlekariyê di daxuyaniya xwe got ku berpirsyarê vê sûcê hêzên kikumetê ne û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku berpirsiyariyên xwe bigirin ser xwe, lêpirsînek zelal bidin destpêkirin, û bi baldarî bixebitin da ku van binpêkirinên dubare yên li dijî sivîlan rawestînin.