Dewleta Tirk li Kobanê gule li karkerên zeytûnan barand

Li gundê Kor Elî yê rojavayî bajarê Kobanê şênî û karkerên ku zeytûnan diçandin, ji aliyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker ve hatin gulebarankirin.

Hejmarek karker û şêniyên gundê Kor Elî yê rojavayî bajarê Kobanê dema ku zeytûn diçinîn, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve ku li hember gund bi cih bûbûn, hatin gulebarankirin.

Artêşa dagirker guile berdan zilamek û zarokên xwe ku li ser motosiklê bûn, di encamê de motorsîklet ji rê derket û endamên malbatê birîndar bûn.

Artêşa dagirker ji qereqoleke cendirmeyan bi awayekî bêserûber gule barandin, ev yek jî bû sedem ku karker berhemên çandiniyê bihêlin û ji erdên xwe derkevin.