Dewleta Tirk li Kobanê 2 kes qetil kir

Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov malekî li Kobanê bombebaran kir û 2 kes qetil kir.

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li bajarê Kobanê malek bombebaran kir. 

Di encama êrîşê de xwediyê malê şehîd bû û hevjîna wî birîndar bû û kesek din jî şehîd bû. 

Navên şehîdan wiha ne; Azad Elî Mehmûd û Şêro Meşîd.

Narîman Silêman jî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.