Dewleta Tirk bombe li depoya avê ya li nêzî dibistanê barand

Dewleta Tirk a dagirker li gundê Hamara yê bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê bombe li depoya avê barand.

Li gorî agahiyan, balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li gundê Hemara yê başûrê bajarê Tirbespiyê depoya avê bombebaran kir. Ji ber bombebaranê zerarên madî çêbûn.

Hate ragihandin ku depoya hate bombebarankirin çend kîlometreyan nêzî dibistana gund e, ji ber wê tirs di nav xwendekarên dibistanê de çêbû.