Ciwanê ku li Tertûsê hat binçavkirin, li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
SOHR’ê ragihand ku ciwanekî ku ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz ve hatibû binçavkirin, li girtîgehê de jiyana xwe ji dest da.
SOHR’ê ragihand ku ciwanekî ku ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz ve hatibû binçavkirin, li girtîgehê de jiyana xwe ji dest da.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku ciwanek ji bajarê Dirêkîş ê Tertûsê di rewşên nepen de, piştî ku ji hêla hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve hatibû girtin, di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da.
Li gorî malbata wî ciwanî, ew nêzî 20 rojan hatibû ragirtin û piştî 3 hefteyan cenazeyê wî radestî wê kirine.
Malbatê diyar nekir ku kurê wan di bin êşkenceyê de miriye yan na, lê li gorî agahiyên xwecihî şopên êşkence û şikandinê hene ku bûne sedema mirina wî. Lê hin çavkaniyên dîtir destnîşan kir ku ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest daye.
Bi dehan girtî di girtîgehên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest daye, di heman demê de malbat û rêxistinên Sûriyeyî bang dikin ku lêpirsînînên serbixwe û lez werin vekirin ku sedemên wefata girtiyan werin eşkerakirin û sûcdar werin cezakirin.