Cezayê pere li sivîlên hewl didin ji Girê Spî derkevin tê birîn

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li kesên ku hewl didin ji bajarê Girê Spî derkevin, cezayê 5 hezar lîreyê Tirkiyeyê dibire.

Çavkaniyên ji bajarokê Silûk ê bajarê Girê Spî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk li kesên ku hewl didin ji bajêr derkevin, cezayê 5 hezar lîreyê Tirkiyeyê dibire.

Li gorî çavkaniyan, şêniyên herêmê ji ber binpêkirinên çeteyan û rewşa jiyanê ya xirab tengav bûne, lewma hewl didin ji bo kar herin Tirkiyeyê.

Çavkaniyan diyar kir ku kesên ku li hundirê Tirkiyeyê tên girtin, li deriyê sînor radestî çeteyan tên kirin, çete jî piştî ku 5 hezar lîre ji wan distînin wan berdidin.