Cenazeyê şervanê QSD'ê hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD'ê Ehmed Xelef El Nasir li Şedadê hate veşartin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê ji bo oxirkirina cenazeyê şervanê QSD`ê şehîd Ehmed Xelef El Nasir ku di 21`ê Kanûnê de ji ber krîza dil şehîd bûbû, merasîmek li dar xist.

Merasîmê bi rêzgirtinê û torana leşkerî dest pê kir. Piştre ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Mihemed Xelîk xaivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Xelîl got: "Şehîdan giyanê xwe feda kir, ji bo ku em bi rûmet bijîn û civak azad bibe.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Mihemed El Ferc jî axivî û got: "Şehîd ew in ku efsaneyên qehremaniyê nivîsandine, ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê. Ew li asmanê azadiyê bûn stêrk û rêya azadiya me ronî dikin. Bi saya fedakariyn şehîdan em bi aramî û ewle dijîn. "

Piştî axaftinan belgeya şehadetê hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan li Pakrewangeha Şehîdan a Şedadê spartin axê.