Bi hewanan êrîşî Tişrînê hate kirin, liv û tevgera dronan didome

Bendava Tişrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Şamê ve bi hewanan tê bombebarankirin. Li herêmê liv û tevgera dronan didome.

Komên çeteyên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Şamê yên ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirk a dagirker digirin, êrîşên xwe yên li ser herêmên Dêr Hafir û Meskeneyê didomînin. Ku QSD’ê ragihandibû ku wê ji van herêman vekişe. Li herêmê hîna şer didome.

Çeteyên dewleta Tirk û Şamê bejahiya Bendava Tişrînê ya li başûrê Kobanê ya Kantona Firatê bi hewanan bombebaran dikin.

LI TIŞRÎNÊ LIV Û TEVGERA DRONAN

Her wiha bi êrîşan re liv û tevgera dronên bombebarkirî li qadê dewam dike.