Şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmekê veşartin

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê cenazeyên 4 şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat veşartin.

Bi amadebûna sedan şêniyên bajarê Dêrik û navçeyên wê, berê xwe da Nexweşxaneya Şehîd Hogir ku cenzeyên şehîdên Berxwedana Rûmetê Mihemed Mihemed (Navdar Kerkûk), Mihemed Ferosoper (Bakir Terxê), Bekir Îbrahîm Ezîz (Zerdeşt Kermiya), Avaşîn Ezîz (Rêber Bokan) bigrin.

Piştî şêniyan darbestên şehîdan girtin, bi karwaneke ji dehan wesayîtî pêk dihat, berê xwe da Goristana Şehîd Xebat. Li goristanê deqeyek rêz ji bo cangoriyên azadiyê hate girtin û piştre jî endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Abdulkerîm Sarûxan axivî û sersaxiya malbatên şehîdan kir.

Sarûxan di axaftina xwe de bal kişand ser pêwîstiya parastina destkeftiyên bi saya kedên qurbanî û şehîdan pêk hatine ku wan destanên lehengiyê nivîsandin û mohra xwe li dîrokê di parastina mirovahiyê de xistin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, nasnameyên şehîdan hatin xwendin û di nava tilîliyên dayik û dirûşmên silavkirina berxwedana şehîdan de, radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên Avaşîn Ezîz û Mihemed Ferosoper li Goristana Şehîd Xebat veşartin, wê sibe jî cenazeyên her du şehîdan; Zerdeşt Kermiya û Navdar Kerkûk di deriyê Sêmalka re bişînin başûrê Kurdistanê.