Şam peyman binpê kir: Li Meskenê şer e
QSD’ê ragihand ku Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê lihevkirina ku bi navbeynkariya hêzên navneteweyî çêbûye, binpê kir û lewma li bajarê Meskenê yê girêdayî Helebê şer diqewime.
QSD’ê ragihand ku Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê lihevkirina ku bi navbeynkariya hêzên navneteweyî çêbûye, binpê kir û lewma li bajarê Meskenê yê girêdayî Helebê şer diqewime.
Navenda Ragihandinê ya QSQ’ê têkildarî mijarê ev agahî parve kirin.
“Ji ber ku hikûmeta Şamê şertên peymana ku bi navbeynkariya hêzên navneteweyî hatiye çêkirin binpê kiriye, li bajarê Meskenê şer û pevçûn diqewimin. Ji bo ku pevçûn bi dawî bibin, divê ev binpêkirin rawestin, divê Şam pabendî peymanê bibe. Divê wekî ku di çarçoveya lihevhatinê de şervan bi tevahî ji bajarên Meskenê û Dêr Hafir vekişin, piştre ew bikevin wan deran.”