Îsraîl careke din kete nava Quneytrayê
Artêşa Îsraîlê kete herêma Til Kirum a li bejahiya Quneytrayê û destûrê nade ku gel xeta avê sererast bike.
Artêşa Îsraîlê kete herêma Til Kirum a li bejahiya Quneytrayê û destûrê nade ku gel xeta avê sererast bike.
Hêzên artêşa Îsraîlê piştî perwerdeyeke leşkerî li girên Colanê pêk anîn, derengiya şev ket herêma Til Kirûm a gundewarê Quneytrayê.
Çavkaniyên xwecih diyar kirin ku hêzên Îsraîlê nehişt şêniyên gundê Hemîdiyê yê gundewarê bakurê Quneytîrayê xeta avê ya li beramberî gund sererast bike di encamê de pirsgirêka avê li gund derket.
Duh jî hêzên Îsraîlê gelek caran ket gundê Kodnayê. Ev yek bû sedema tirsê di nava şêniyan de.
Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li hemberî liv û tevgerên domdar ên Îsraîlê yên di xaka Sûriyeyê de tu helwest nîşan nedaye.