Îlham Ehmed: Şam ji binpêkirinên li Meskenê berpirsyar e
Îlham Ehmed têkildarî êrîşên çeteyan ên li ser Meskenê daxuyanî da û got, Hikûmeta Demkî peyman binpê kir û ji sorkirinên li hemberî QSD’ê bi temamî Şam berpirsyar e.
Îlham Ehmed têkildarî êrîşên çeteyan ên li ser Meskenê daxuyanî da û got, Hikûmeta Demkî peyman binpê kir û ji sorkirinên li hemberî QSD’ê bi temamî Şam berpirsyar e.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, derbarê mijarê de li ser hesaba xwe ya medya dijîtal (X) peyam belav kir û diyar kir ku komên hikûmeta demkî lihevkirin binpê kiriye.
Îlham Ehmed di peyama xwe de ev tişt rêz kirin: “Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) duh qebul kiribû ku hêzên xwe ji deverên rojavayê Firatê ku bajarokên Dêr Hafir û Meskene jî di nav de ne, vekişîne. Lê hêzên girêdayî rêveberiya Şamê bi awayekî vekirî ev lihevkirin binpê kir. Li Meskenê di navbera herdu aliyan de pevçûnên dijwar hene. Em ji van binpêkirinan û sorkirinên li hemberî QSD’ê bi temamî Şamê berpirsyar dibînin.”